Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê:Divê rewşa tenduristiya Rêber Ocalan were eşkerekirin

Bi heman armancê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê, Meclisa Edaletê, Kongreya Star a kantona Hesekê û Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê bi daxuyaniyên cuda yên çapemeniyê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de bang li Rêxistina Efûyê û rêxistinên mafên mirovan hatin kirin ku cezayan li ser dewleta Tirk ferz bikin.

Ji doh ve şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî ji bo naskirina rewşa Rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Îro Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê daxuyaniyek da û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bang li hikumeta Tirkiyê kir ku yekser raporekê der barê tenduristiya Ocalan de pêşkêş bikin.

PARÊZERAN JI BO OCALAN BANG LI RÊXISTINA EFÛYÊ KIR

Bi heman armancê Meclisa Edaletê û Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê jî daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk, Rêber Ocalan ji mafên qanûnî yên têkildarî girtiyên siyasî bê par kir û rewşa tenduristiya wî paşguh kir.

Meclisê bang li Rêxistina Efûyê û rêxistinên mafên mirovan kirin ku cezayan li ser dewleta Tirk ferz bikin.

KONGREYA STAR DAXUYANIYEK DA

Kongreya Star a kantona Hesekê jî bi daxuyniyekê diyar kir ku şewata li girava Îmraliyê rû daye, hewldana derbeya li vîna gelên bindest e û got,

Her wiha soz dan ku wê çalakiyên xwe heta bihîstina agahiyekê li ser tenduristiya Rêbertî bidomînin.

PYD’Ê ŞAXÊ GIRÊ SPÎ DAXUYANIYEK DA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Girê Spî li bajarê Eyn Îsa bi heman armancê daxuyaniyek da.

Bi dehan şêniyên bajar, koçberên Girê Spî û navçeya Silûkê tevli daxuyanî bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ragihandina şewata li Îmraliyê ji aliyê wezirê Hundirîn ê dewleta Tirk ve tê wateya gefxwarina li ser gelan.

RÛSPIYÊN REQAYÊ: DIVÊ LÊPIRSÎN DERBARÊ ŞEWATÊ DE BÊ KIRIN

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku dest bi lêpirsîna der barê bûyera şewata li girava Îmariliyê de bikin.

Back to top button