Dewleta Tirk a dagirker ku li Idlibê derban dixwe, êrîşên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûrî didomîne. Dewleta dagirker îro carke din gundewarên Minbicê, Şehbayê û Babê topbaran kirin.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Şêx Nasir û Şiwêha bi çekên giran bajaroka Erîma yê rojavayî Minbicê ku tejî sivîle topbaran kir.
Li Girê Spî jî Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gudnên Selîb û Kor Hesen bi obusan topbaran kirin.
SIVÎLEK ŞEHÎD BÛ Û 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de gudnên rojavayê bajarê Babê topbaran kirin.
Di encama êrîşan de sivîlek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn
Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê. Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa jinê baş e.
Gundê hatin topbaran kirin Talhûta, Cebla Hemra û Til Torîn ên li rojavayê bajarê Minbicê.
Piştî topbaranê, navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û Meclisa leşkerî ya Babê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî din ve şer derket.