Şêwirmendê Erdogan: Em amade ne şerê Rûsyayê bikin

Şêwirmendê serokkomarê Tirkiyê Erdogan Mesûd Heqî gefeke tûj li Rûsyayê xwar û idîa kir ku ew amade ne rû-birûbûneke leşkerî li dijî Rûsyayê li dar bixin.

Mesûd Heqî gefa Tolhildanê li Rûsyayê xwar û got:

Tirkiye beriya niha 16 caran şerê Rûsyayê kiriye û em amadene niha jî şerê wê bikin.

Ev gef piştî kuştina bêhtirî 30 leşkerên dewleta Tirk li Idlibê encam da.

SEROK-ERKANÊ RÛSYAYÊ BI HEMPÎŞEYÊ XWE YÊ TIRK RE AXIVÎ

Îro jî têkildarî Idlibê, serok-erkanê Rûsyayê bi hempîşeyê xwe yê Tirk re axivî.

Beriya wê jî wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi serokkomarê Tirkiyê re Recep Tayyîp Erdogan re, der barê pêkanîna hevpeymana Sûçî de axivîn.

LAVROV: ME BI TERORÎSTAN RE LI HEV NEKIRIYE

Lavrov destnîşan kir ku wan bi terorîstên li Sûriyê re li hev nekiriye û nikarin tawîzan jî bidin.

Kremlin jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Meclisa Ewlekariya Rûsî ji ber rewşa dawî li Idlibê dilgiraniya xwe nîşan daye.

Back to top button