Li Hesekê Av bi riya sehrîcan li Şêniyan tê belavkirin

Doh QSD’ê weke alîkariyekê sehrîcên avê şandin bajarê Hesekê da ku av li şêniyan were belavkirin.

Îro şaredariya gel a bajêr jî dest bi belavkirina avê kir.

Sehrîcên avê li pêşiya Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê kom bûn û ji wir dest bi karê belavkirina avê kirin.

Hevserokê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê Abdulxefûr Oso spasiya QSD’ê kir û ji şêniyan jî xwest ku bi wan re alîkar bin.

Her wiha ji fermandarên QSD’ê Can Fîdan jî axivî û diyar kir ku ew wek QSD’ê her dem amade ne alîkariyê bi gel re bikin.

Back to top button