Ji bo rêgirtina ber penaberan, Bûlgariya wê 1000 leşkerî bişîne ser sînor

Bulgariyayê ragihand ku ji bo rêgirtina li ber penaberên ku Tirkiyê sînor li ber wan vekiriye, ew ê hêzeke zêde li ser sînor bi cih bike.

Wezîrê Parastinê yê Bulgariyayê Krasîmir Kara katşanof  diyar kir ku Hikumeta Sofiyayê amade ye ku 1000 leşker û alavên leşkerî bişîne sînorê bi Tirkiyê re.

Wezîrê navborî destnîşan kir ku polîsa li sînor îro nehişt 2 girûpên penaberan ku ji 30 penaberî pêk dihatin, derbasî xaka Bulgariyayê binin.

Piştî kuştina bi dehan ji leşkerên dewleta Tirk li Idlibê, weke gef, dewleta Tirk sînorên xwe yên ber bi Ewropayê ve li ber penaberan vekirin.

Back to top button