PIŞTÎ DERKETINA WÊ JI YE BRÎTANYA TÊKILIYÊN BAZIRGANÎ BI ÎSRAÎLÊ RE DIKE

Nivîsgeha wezîrê Bazirganiyê yê Brîtanyayê Liam Fox ragihand ku ew ê îroj serdana Îsraîlê bike û bi serokê hikûmeta Îsraîlê Binyamîn Netanyaho re jî bicive.

Armanca serdanê jî goftûgokirina derfetên bazirganiyê bi rayedarên Îsraîlî re ye, bi taybetî piştî derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropa.

Bi derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê re, Brîtanya hewl dide hevpeymanên bazirganiya serbest bi hin dewletan re bike, Îsraîl jî yek ji wan dewletan e.

Di vê derbarê de rêveberiya bazirganiya navnetewî ya Brîtanyayê got ku danûstandinên bazirganiyê yên navbera wan û Îsraîlê de di sala 2017’an de gihaştiye 9 milyar dolar.

Hêjayî bîrxistinê ye ku seroka hikûmeta Brîtanî Theresa May (تيريزا ماي) diyar kiribû ku wê perlemana wan beriya 25 meha bê li ser derketina ji Yekîtiya Ewropa dengdanê bide.

Leave a Reply

Back to top button