Parlementoyê, civîna dengdanê careke din bi paş xist

Parlementoya Iraqê civîna xwe ya dengdana li ser hikumeta nû, careke din bi paş xist.

Civîna ku biryar bû roja pêncşemê bihate lidarxistin, ji ber kêmbeşdaran teloqî roja şemiyê hat kirin; lê duh Parlementoyê civîn bo roja Duşemê 2’ê Adarê, careke din bi paş xist.

Li gorî agahiyan, sedema paşxistinê ew e ku Serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Tewfîq Elawî nikarîbû kutleyên Kurdistanî Îqna bike ku baweriyê bidin kabîneya wî ya wezêran.

Ji bo wergirtina baweriya Parlemetoyê, tenê ev fersend li pêş Elawî maye û li gor destûra Iraqê eger civîn vê carê jî li dar nekeve yan jî bawerî bi kabîneya Elawî neyê dayîn, dê namzedekî din li şûnê were destnîşankirin.

Back to top button