10 endamên Hizbulaha Lubnanî li Seraqib hatin kuştin.
Her wekî wê leşkerî din ên Dewleta Tirk li ser destê Rejîmê hat kuştin û şerê li Hema û Idilbê berdewam e.
10 endamên Hizbulaha Lubnanî ku di nav de fermandar hene li bajarê Seraqib û derdora wê hatin kuştin, li gorî ku çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihandiye..
Lê di heman wextê de, çavdêriyê got, hêza navoborî destekeke mezin ji çek û çekdanan şand Seraqib û gundewarê başûr ê Helebê.
Piştî derbasbûna komên çete ji bajarê Stratejîk re, niha şer li wir berdewam e û Rûsya 114 êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gorî heman çavkaniyê, 45 leşkerên Rejîmê û mîlîsên wê, bi balafirên bê mirov ên Dewleta Tirk li Zirbê, Seraqib û Meret El Numan hatine kuştin û ragihandina Tirkiyê dîmenên wê parve kiriye.
Ev yek jî piştî gefên Serokê TIrkiyê Erdogan û kuştina leşkerên wî pêk tê.
Lê belê hemwextî vê jî, piştgiriya Rûsya ji Rejîmê re didome û herêmên nû bi dest dixîne.
Çavdêriyê diyar kir ku, ji bo kontrolkirina tevahiya parêzgeha Hemayê 10 gund li pêşiya Rejîmê mane.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Rejîmê jî, di nava 4 rojan de, 59 dever hatine bidestxistin.
Li Idlibê jî, piştî mikurhatina li kuştina 33 leşkerên xwe, Tirkiyê ragihand ku, leşkerekî din li heman deverê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê idia kir ku, armancgirtina deverên girêdayî Rejîmê û weke bersiv ji kuştina leşkerên wan re, dewam dike.
Îro jî, roja dawî ya meha Sibatê ye..Gelo wê Erdogan gefên xwe yên li dijî Rejîmê pêk bîne?
https://youtu.be/lhNPaC4k1k4