Bi dîmen.. 8 sivîl di topbaran gundewarên Minbicê de birîndar bûn

Duh Artêşa Tirk û çeteyên wê gundewarên Minbic, Bab û Girê Spî topbaran kirin, sivîlek şehîd bû, 10 jî birîndar bûn.

Navneda belgekirina binpêkirinan li Bakur û Rojhilatê Sûrî raghand ku di topbaran dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên Minbicê 8 kes birîndar bûn.

Nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji gundên Şêx Nasir û Şiwêha bi çekên giran bajaroka Erîma yê rojavayî Minbicê topbaran kir.

Gundên hatine topbarankirin wiha ne: Gundê Cib El-Dem, Cib El-Hemir, Til Seyada, Yelanî û Ewn Dadat.

Li gorî çavkaniyên herêmê ji ber topbaranê şêniyên bajarokê Erîma ya Mibicê koçber bûn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker
Li Babê sivîlek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn

Li aliyê din jî duh Gundên rojavayê bajarê Babê hat topbarankirin, sivîlek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Selîb û Kor Hesen ên Girê Spî jî bi obusan topbaran kirin.

Back to top button