Piştî şerê 18 salan di navbera Amerîka û Talîbanê de îro peymana aştiyê li Qeterê di navbera her du aliyan de tê îmzekirin.
Ji bo îmzekirina lihevkrina aştiyê Wezîrê karê derve yê Amerîka Mike Pompeo û şanedyeke talîban ku ji 31 kesî pêk tê serdan Qeterê kirin.
Li gorî lihevkirinê, Amerîka wê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne û girtiyên Talîbanê ji zîndanan berde.
Li beranberî vê yekê wê Tevgera Talîban jî êrîşên xwe li dijî hêzên Amerîk rawestîne û bi navbeynkariya Washingtonê danûstandinan li gel hikûmeta Kabulê bike.