Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku heta niha li Îranê 34 kes bi vîrûsa coronayê mirine, lê parlementerekî Îranê teqez dike ku bîlançoyên hikumetê dûrî rastiyê ne û jimar ji wisa pir zêdetir e.
Li gorî ajansa Îran International, parelemnterê bajarê Reşt ê bakurê Îranê ragihand ku jimara qurbanên corona li Îranê, pir ji jimarên fermî yên hikumetê zêdetir in
Eymen Ebadî daxwaz ji hikumetê kir ku jimarên rast eşkere bikin û got: hûn dikarin jimaran veşêrin, lê hûn nikarin goristanan veşêrin.
BBC persian: Li Îranê 210 kes bi vîrûsê mirine
Li aliyekî din Ajansa BBC li Îranê heta niha 210 kes bi vîrûsê mirine, ji wan 100 kes li Tehana paytext û 80 kes li Qum.
Seroka Dsteya Elehiyê ya Şaredariya Tehranê Nahîd Xweda-kermî diyar kir ku, pêkan e 10-15 hezar kes niha li Îranê bi coronayê ketibin, lê gelek ji wan bi xwe nizanin.
Ji ber belavbûna vîrûsê parlementoya Iranê jî kete betlaneyê.
Li Moskow 5 kes ji bo vîrûsê di bin çavdêriyê de ne
Her wiha desthilatarên Rusya ragihand ku 5 kes ji ber guman li ser wan heye li Moskoyê ketin bin çavdêriya bijîşkan.