Di Roja dawî ya Sibatê de, Tirkiyê deverên Rejîmê bombebaran kirin

Di roja dawî ya meha Sibatê de, ango hemwextî bidawîbûna dema Erdogan daye Rejîma Sûrî, Dewleta Tirk deverên Rejîma Sûrî li gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin..

Li gorî Çavdêriya Sûrî, balafirên bê mirov ên Tirkiyê, deverên Rejîmê li Meret Numan, Seraqib, Riya M5 li nêzî Meer Şorîn, Til Merdîx û balafirgeha Neyrebê bombebaran kirin..

Berî niha jî çavdêriyê gotibû, 26 leşkerên Rejîmê di êrîşên Dewleta Tirk de hatine kuştin.

Bi vê re, ragihandina Tirkiyê got, “Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û fermandarên Tirkî hatin ser sînor û çavdêriya birêvebirina şerê li Idlibê kir.”

Her wiha li gorî wê, Serokê Fransa û yê Tirkiyê bi hev re axivîne û Macron bang li Rûsyayê kiriye êrîşên xwe li Idlibê rawestîne..

 

Back to top button