Neteweyên Yekbûyî: 13 hezar penaberên Sûrî li ser sînor in

Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê penaberên Sûrî yên li Tirkiyê de ragihand, ku 13 hezar penaberan berê xwe dane sînorê Tirkiye û Yûnanistanê.

Rêxistina Koçberiyê ya (NY) ragihand ku li ser sînor, li 212 kîlometreyî 3 hezar penaber di nav wan de malbatên bi zarok jî hene.

Li gorî Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylû jî roja Şemiyê 47 hezar û 113 penaber di ser Edîrneyê re gihîştin Ewropayê.

Lê belê, ev agahî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehat piştrastkirin.

Piştî Erdogan biryar dersînorkirina penaberan da, Yekîtiya Ewropayê jî daxuyaniyek da.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen jî bi daxuyaniyekê li ser Twîtterê diyar kir, ew ji ber vê rewşê bifikar in û amade ne li sînorê Yûnanistan û Bûlgaristanê piştgiriyeke xurtir bidin.”

Back to top button