Yûnanistan: Tirkiye “êrîşeke birêxistinkirî” li dijî me bi kar tîne

Piştî kuştina jimarek mezin a leşkerên wê li Idlibê, dewleta Tirk bi hezaran penaber bi ser Yûnanistanê de şandin.

Yûnanistan jî, rê li ber wan girtiye û ev yek bi “êrîşa birêxistinî bi nav kir.

Li gorî dezgehên ragihandinê, polîsa Yûnanî bomeyên gazê bi ser van penaberên ku li ser sînorên wê kom bûne, berdan.

Lê fermandarê pasdarên sînor ji rojnamegeran re got, “bombeyên gazê ji aliyê Tirkiyê ve hatine avêtin û nivîsa Tirkî jî li ser wan e”.

Yûnanistan, ev yek bi “êrîşa birêxistinkirî” bi nav kir û Enqere bi binpêkirina qanûnên navdewletî tawanbar kir.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî bi vê wêneyê li van tawanbariyan vegerand:

“Binêrin bê kî qala qanûna navdewletî dike û bombeyan davêjin kesên bêguneh.

Xelk bi kêfa xwe derdikevin û divê Yûnanistan wan weke mirov bibîne.”

YE jî pişta Yûnanê girt ku ji mafê wê ye sînorê xwe biparêze.

Li gorî Rêxistina Penaberan a Navdewletî, 13 hezar kes li ser sînor in û hîna jî Tirkiye basan tije dike.

Back to top button