Corona Derbasî 3 welatên din bû û 35 qurban li Çînê

Vîrusa ku ji Çînê derketî, êdî li hemû welatên cîhanê belav dibe û roj bi roj metirsiya wê zêde dibe.

Her dawî vîrûs li Ermenîstan, Tayland, Îrlanda, Luksembûrg û Awistralya belav bû.

Bîlançoya qurbaniyên vîrûsê li Îranê jî herî dawî gihişt 54 kesan.

Vîrûsa Corona ku bûye metirsiya cihanê ji welatekî derbasî welatekî din dibe.

Heta niha vîrûs derbasî 86 hezar û 992 kesî bûye.

Li gorî daxuyaniya Komisyona Tenduristiya netewî ya Çînê jimara dawî ya qurbaniyên vîrûsê 2 hezar û 979 e.

Di nava 24 saetên dawiyê de 35 kes ji ber vîrûsê mirine.

Kêmbûna qurbaniyan her çiqasî cihê dilrehetiyê dide avakirin jî lê belav bûna vîrûsê hîna jî metirsiya xwe dide hiskirin.

Li Çînê vîrûs derbasî 573 kesên din bû.

Bi metirsiya zêdebûna jimara qurbaniyan re, belavbûna vîrûsê jî ewqas cihê metirsiyê ye.

Vîrûs li Ermenîstan, Tayland, Îrlanda, Luksembûrg û Awistralya jî hate dîtin.

Her wiha li Koreya Başûr jî îro 376 rewşên nû hatin tomarkirin û bi vê re jimara nexweşan 3 û 500 derbas kir.

LI ÎRANÊ 11 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr ragihand ku li Îranê ji ber vîrûsê 11 kesen din mirineû 394 kesen din pê ketine.

Bi van daneyan re heta niha jimara kesên li Îranê bi vîrûsê mirine, gihiştiye 54’an û vîrûs derbasî 987 kesan bûye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr bang li welatiyên Îranê kir ku dernekevin derve û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin.

Navenda Tenduristiya bajarê Seqîz yê Rojhilatê Kurdistanê jî da zanîn ku jinek temen 55 salî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Almaya jî hejmara kesên bi vîrusê ketine gihişt 117 kesan.

Li Yunistanê 3 kesên din vîrus derbasî wan bûye, bi vê yekê jimara kesên bi vîrusê derbasî wan bûye gihişt 7’an.

Tayland jî mirina yekem kes bi vîrusê ragihrand û jimara kesên pê ketine bû 42 kes.

Îro Qatar jî rewşa 2 kesên din bi vîrusê ketine ragihand.

Li Kewîtê jî di 24 seatên dawî de vîrus derbasî kesek bûye, hejmara kesên bi vîrusê ketine dighêje 46 kesan.

Libnan jî rewşa 3 kesên din ku vîrus derbasî wan bûye ragihand.

Bi vê belavbûna vîrusê re, heya niha ti derman nehatine dîtin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dazanîn ku ji bo pêşîgirtina vîrûsê zanyar li ser 20 cure dermanan kar dikin.

Back to top button