Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniya dewlet Tirk li ser şewatê fikar zêde kirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser şewata li Imraliyê fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku dewleta Tirk û Konseya Ewropayê û CPT ji vê yekê berpirs in.

PKK’ê destnîşan kir ku divê malbat û parêzer biçin Imraliyê û rewşa rêber Ocalan ji raya giştî û gelan re eşkere bikin.

PKK got, ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, demokratîkkirina Tirkiye û azadkirina Kurdistanê em ê têkoşîna xwe geş bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê şewata li Girava Imraliyê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku daxuyaniya dewleta Tirk li ser şewatê fikaran zêdetir dike.

PKK’ê anî ziman ku derketina şewatê di zivistanê de û vegotina wê bi rengekî sivik, nîşan dide ku ewlehiya Rêber Ocalan di talokeyê de ye.

PKK’ê da xuyakirin ku Faşîzma AKP-MHP’ê li ber berxwedana gelê Kurd bêgav mane û ji ber li Idlibê têk diçin, dixwazin hêrsa xwe di serê Imraliyê re derxînin.

Dewleta Tirk û dye ji şewatê berpirs in

PKK’ê da zanîn ku dewleta Tirk û hêzên bi pêşengiya DYE ji vê şewatê berpirs in û got:

“Ji her tiştên ku li Imraliyê rû didin, li gel dewleta Tirk, Konseya Ewropayê û CPT berpirs in.

Lewma heta parêzer neçin Imraliyê û rewşa rêber Ocalan ji raya giştî û gelan re rangihînin, wê qad vala nebin û hesab ji wan were xwestin.”

Li Dijî tecrîd û faşîzmê bi rengekî bênavber têbikoşin!

PKK’ê çalakiyên kurdistanî û dostên xwe li kurdistanê û dervî welat silav kir û banga têkoşînê kir:

“Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk û şoreşger dikin ku li dijî tecrîd û faşîzmê, heta afirandina şert û mercên kar û jiyaneke azad a Rêber Ocalan bi rengekî bênavber têbikoşin”.

Em ê Berxwedana xwe li dijî faşîzmê, li her derê geş bikin

PKK’ê di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi hilweşandina Faşîzma AKP-MHP’ê kir û ev tişt got:

“Faşîzma AKP-MHP’ê li pêşberî têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê ya bibandor û hevgirtî, wê nikaribe li ser piyan bimîne û temenê xwe dirêj bike.

Li dijî tecrîd û faşîzmê û demokratîkkirina Tirkiyê û azadkirina Kurdistanê, em hêza xwe bikin yek û berxwedana şoreşger-demokratîk li her derê geş bikin”.

Back to top button