Leyla Guven: Ji Hemû pêşketinên li Îmraliyê, dewlet berpirs e

Hevrseroka (KCD) û parlementera (HDP) Leyla Guven şewata li Îmraliyê û girêdana wê ya bi pêvajoyê re nirxand û diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Ocalan re divê demildest pêk were û di derbarê şewatê de daxuyaniyek têrker ji raya giştî re were dayîn.

Di 27’ê Sibatê de agir bi girava Îmralî ya ku Rêber Ocalan lê girtî ye, ket.

Hevseroka (KCD) û parlementera (HDP) Leyla Gûven şewata li Îmraliyê û girêdana wê ya bi pêvajoyê re nirxand û destnîşan kir ku derketina şewata li girava Îmraliyê ne bûyerek ji rêzê ye û got:

“Wek Birêz Ocalan jî diyar kiribû ku girava Îmralî wek giravek taybet hatiye hilbijartin.

Eger li giravê pelek jî biheje, agahiya dewletê pê çêdibe.

Ji ber wê jî, her bûyer an jî tiştê li wir çêdibe, bi dewletê ve girêdayî ye.

Lewma em nabînin ku ev şewat, bûyerek ji rêzê be

Leyla Guven: Pêwîst nake dewleta Tirk gelê Kurd biceribîne

Leyla Guven diyar kir ku nêzîkatiyên dewleta Tirk li hember Birêz Ocalan ji bo Kurdan pir giring e û got:

“Gelê Kurd, Birêz Ocalan wek rêberê xwe û weke ew gel ji nûve ji mirinê rakir ser piyan û rih da vî gelî dibînin û bi vî şêweyî nêzîk dibin.

Kurd, tiştên ku bi Birêz Ocalan tên kirin, wek ku li wan hatibe kirin dibînin.

Ji ber van sedeman jî pêwîst nake ku dewleta Tirk careke din girêdana vî gel bi rêberê xwe ve biceribîne.

Leyla Guven: Divê demildest agahî ji Birêz Ocalan bên girtin

Leyla Guven di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku CPT, NY, YE tenê wek temaşevan mane û got:

Di giravek ku xeteriyek wiha lê heyî , nayê pejirandin mirovek ku gelek jê re dibêje ‘Rêberê min’ lê were girtin.

Divê ev sazî demildest agahî ji Birêz Ocalan bigirin û rewşa tenduristiya wî û hersê hevalên din bi raya giştî re were parvekirin .

Back to top button