Rejîma Sûrî droneke Tirkî anî xwarê û asmanê Idlibê girt

Bi bidawîbûna meha Sibatê re, îro droneke dewleta Tirk ji cureya ANKA li nêzî bajarokê Seraqibê hat xwarê. 

Berî saetekê hatibû ragihandin ku ev balafir ji cureya Su-24 a Rûsî ye, lê rejîmê ev yek red kir û diyar kir wan drona Tirkî li asmanê Seraqibê aniye xwarê.

Her wekî rejîmê, qedexeya asmanî li bakur-rojavayê welêt jî ragihand.

Di Roja dawî ya sibatê de, Tirkiyê deverên Rejîmê bombebaran kirin

Hemwextî bidawîbûna dema Erdogan daye rejîma Sûrî jî, dewleta Tirk deverên rejîmê li gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin..

Li gorî Çavdêriya Sûrî, balafirên bê mirov ên Tirkiyê, deverên rejîmê li Meret Numan, Seraqib, Riya M5 li nêzî Meer Şorîn, Til Merdîx û balafirgeha Neyrebê bombebaran kirin..

Berî niha jî çavdêriyê gotibû, 26 leşkerên rejîmê di êrîşên Dewleta Tirk de hatine kuştin.

Bi vê re, ragihandina Tirkiyê got, “Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û fermandarên Tirkî hatin ser sînor û çavdêriya birêvebirina şerê li Idlibê kir.”

Her wiha li gorî wê, Serokê Fransa û yê Tirkiyê bi hev re axivîne û Macron bang li Rûsyayê kiriye êrîşên xwe li Idlibê rawestîne..

Back to top button