Duh hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê li navçeya Çelebiyê ya Kobanê êrişî rojnavemvanan kir, di nav wan de xebatkarên Ronahî TV jî hebûn.Komîteya Parastina Rojnamevanan got ku ew astengkirina xebatên 7 rojnamevanên Kurd ên Ronahî TV, ANHA û JIN TV şermezar dikin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan diyar kir ku astengkirina xebatên rojnamevanan, destdirêjiya li ser wan û hewldanan desteserkirina pêdiviyên wan, cihê şermezariyê ye.
Komîteyê destnîşan kir ku divê desthilata Sûriyê azadiya çapemeniyê misoger bike û bêyî, destwerdan, tirsandin û tundiyê, rê bide ku karê xwe bikin.



