Yûnanistan: Tirkiye “Êrîşeke Birêxistinkirî” li dijî me pêk tîne

Piştî kuştina jimarek mezin a leşkerên wê li Idlibê, dewleta Tirk bi hezaran penaber bi ser Yûnanistanê de şandin. Ev yek aloziyek navbera herdu welatan de çêkir, ku Yûnanistan herikandina van penaberan bi “êrîşa birêxistinî” bi nav kir û Tirkiye bi binpêkirina qanûnên navdewletî tawanbar kir.

27’ê Sibatê di encama êrîşeke rejîma Sûrî li ser artêşa tirk a dagirker yên li derdora bakurê Idlibê de, 36 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Serokomarê dewleta tirk Erdogan ku ji vê bihêrs bû, careke din kaxeza koçberan li dijî Ewropa bikar anî û ragihand ku wan derî li koçberên dixwazin biçin Ewropa vekiriye.

Ev yek jî dilê Erdogan rehet nekir, û vê carê AKP’ê dest bi veguhestina koçberan ji bo deriyên sîron kir.

Di çapemeniya deshilatê de jî rêyên ku koçber tê re derbas bibin û xwe bigihênin Yûnanîstanê jî hatin dayîn.

Di navbera koçberên li ber sînorê Tirkiye û Yunanîstanê de kom bûne û polîsên Yûnan de pevçûn derketin.

Piştî ku penaber kevir avêtin polîsan, polîs jî bi gaza rundikrêj bersiv dan.

Li gorî dezgehên ragihandinê, duh polîsa Yûnanistanê bomeyên gazê bi ser van penaberên ku li ser sînorên wê kom bûne, berdan.

Lê fermandarê hêzên parastina sînor ji rojnamegeran re got, “bombeyên gazê ji aliyê Tirkiyê ve hatine avêtin û nivîsa Tirkî jî li ser wan e”.

Yûnanistan, ev yek bi “êrîşa birêxistinkirî” bi nav kir û Enqere bi binpêkirina qanûnên navdewletî tawanbar kir.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî bi vê wêneyê li van tawanbariyan vegerand:

“Binêrin bê kî qala qanûna navdewletî dike û bombeyan davêje kesên bêguneh.

Xelk bi kêfa xwe derdikevin û divê Yûnanistan wan weke mirov bibîne.”

YE jî pişta Yûnanistanê girt ku ji mafê wê ye sînorê xwe biparêze.

Li gorî Rêxistina Penaberan a Navdewletî, 13 hezar kes li ser sînor in û hîna jî Tirkiye basan tije dike.

Îro vê sibê jî ev yek ji aliyê wezîrê hindir ê Tirkiyê Suleyman Soylu ve hat teqez kirin û dîsan kaxeza penaberan ji YE re li ba kir.

Li gorî Solyu di nava 2 rojan de, 36 hezar û 776 pebanber berê xwe dane Ewropayê.

Di 2015an de, ji ber zêdeherikîna penaberan ber bi Ewropayê ve, YE di Adara 2016an de, peymanek bi Enqereyê re îmze kir ku êdî rê li ber penaberan were girtin.

Lê dewleta Tirk, weke gelek peymanên din ev jî binpê kir û siyasetên xwe yên zextê her dewam dike.

Back to top button