Li Bexdayê, Xwepêşanderek hat kuştin û bi dehan jî birîndar bûn

Li paytexta Iraq, di pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de, xwepêşanderek hat kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li gorî Komeseriya Mafên Mirovan ya Iraqê, îro li Bexdayê pevçûnên giran di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de rû dan.

Hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan gule û gaza rondikrêj bi kar anîn.

Di pevçûnan de xwepêşanderek hat kuştin û herî kêm 80 jî birîndar bûn.

Ji duh ve ji bo pêşgirtina li çalakiyên xwepêşanderan, hêzên ewlehiyê hebûna xwe li Bexdayê zêde kiriye.

Ji 1’ê Cotmeha 2019’an ve xwepêşandêrên Iraqê li dijî bêkarî û rewşa aborî û siyasî dest bi xwepêşandanan kirine.

Ji destpêka xwepêşandanan û heta niha derdora 550 xwepêşander hatine kuştin û nêzî 30 hezar jî birîndar bûne.

DENGDANA JI BO HIKÛMETA ELAWÎ DÎSA HAT PAŞXISTIN

Serokwezîrê nû jî, Mihemed Tewfîq Elawî, ji bo avakirina hikumeta nû, heta niha nekariye aliyên siyasî ji bo dayîna baweriyê razî bike.

Civîna parlamanê ya ji bo dengdana hikûmeta nû, îro careke din, ji ber netemambûna jimara qanûnî, hat paşxistin.

Back to top button