Zanîngeha Kobanê ji bo xwendekarên ku ji ber şert û mercên zehmet nekarîne xwendina xwe temam bikin, derfeta xwendina vekirî da.
Zanîngeha Kobanê ji bo xwendekarên ku ji ber şert û mercên herêmê nekarîne xwendina xwe temam bikin, derfetek nû ya temamkirina xwendinê da.
Zanîngehê piştî ku di sala 2024’an de ji bo karmendên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yên nekarîbûn xwendina xwe temam bikin, deriyê xwendinê vekir, niha jî derfeta xwendina vekirî da.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim der barê mijarê da agahî dan ANHA’yê û diyar kir ku ew dixwazin derfetê bidin hemû kesên ku beriya niha nekariye xwendina xwe temam bikin.
Şervan Muslim bibîr xist ku zanîngeh ji sala 2017’an ve hewl dide valahiya di hîndekariyê de dagire û asta akademîr pêş bixîne.
Hevserokê Zanîngehê anî ziman ku ew dixwazin di vê çarçoveyê de derfetê bidin şagirtên ku ji ber şert û mercên herêmê nekarîne xwendina xwe temam bikin.
Şervan Muslim da zanîn ku wan beriya du salan (2024) jî ji bo karmendêm Rêveberiya Xweser ên ku xwendina xwe temam nekirine derfet afirandibû û ev bername hîn dom dike.
Şervan Muslim destnîşan kir ku şagirtên xwendina wan nîvî maye gelekin, lewma wan niha jî derfeta xwendina vekirî daye.
Li gorî agahiyên Şervan Muslim, şargirtinên ku nikarin xwendina xwe li zanîngehê bidomînin, wê karibin xwendina vekirî bidomînin. Di çarçoveya bernameyê de xwendekar piştî ku qeydên xwe li beşên eleqedar ên zanîngehê çêbikin, dê li malên xwe li ser materyalan amadekariyên xwe bikin, her wiha bi awayekî online dersan bibînin û di dema ezmunan de jî biçin ezmûnan.
Piştî serlêdan hatin qebûlkirin, dê bi riya medyaya dijîtal komên hevpar werin avakirin û mamoste wê di van gruban de dersan bidin.
Zanîngehê beşên ku xwendekar karibin li gorî sîstema xwendina vekirî qeydên xwe çêbikin jî diyar kirine. Li gorî vê yekê xwendekar dikarin li van beşan navên xwe tomar bikin:
- Fakulteya Wêjeyê: Beşên Erebî, Kurdî û Ingilîzî.
- Fakulteya Mafnasiyê.
- Fakulteya Perwerdehiyê: Perwerdehiya Mamosteyên Seretayî.
- Peymangeha Zanistên Hiqûqî û Îdarî.
- Peymangeha Hesabdariyê.
- Peymangeha Bijîşkî: Beşa hemşîretî, yanî tenê ji bo pisporên tenduristiyê.
PÊWÎSTIYÊN JI BO TOMARKIRINÊ
- Ji bo tomarkirinê jî, belgeyên ji xwendekaran tên xwestin ev in:
- Dîplomaya dibistana amadeyî (bekelorya) yan jî belgeyek di wê astê de, yan jî bawernameya peymangehê.
- Ketina mulakatê (ezmuna devki)
- Divê ku forma serlêdanê bi xwe tije bikin.
- Bawernameya orîjînal
- Nasname
- 8 wêneyên kesane.
Dîroka tomarkirinê 6`ê Nîsanê destpê kiriye û dê heta 15`ê Nîsanê li avahiya Zanîngeha Kobanê ya nû dewam bikin.



