LI REQAYÊ MAYÎNEK TEQIYA DI ENCAMÊ DE 3 ZAROK BIRÎNDAR BÛN

Li Reqayê mayînek li ber baxçeyê lawiran a bakurê herêma Karacê ya bajêr teqiya.

Di encama teqînê de sê zarok birîndar bûn.

Îro vê sibê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ku li ber baxçeyê lawiran a bakurê herêma Karacê ya bajarê Reqayê ma bû, teqiya.

Di encamê de sê zarokên ku nêzî baxçeyê dilistin, birîndar bûn.

Zarok li nexweşxnayên Reqayê têne dermankirin.

Asayîşa bajêr jî yekser berê xwe da cihê teqînê û cihê teqînê dorpêç kir.

Hêzên asayîşê di lêgerîna xwe de mayînek bi qasî 30kg bê bandor kir.

Leave a Reply

Back to top button