4 kes li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê bi corona ketin

Bi zêdebelavbûna coronayê re, 4 kes li başûrê Kurdistanê bi virusê ketin.

Li gorî wezareta Tenduristiyê ya herêmê, 3 kes ji heman malbatê ne û her 4 jî ji Silêmaniyê ne.

Hat diyarkirin, ev rewş di encama tehlîlên ku li ser 24 kesên ji Îranê vegeriyane, hatine piştraskirin.

Ji wan jî 4 kes bi virusê bûn.

Li gorî waliyê Silêmaniyê, ev kes hatine rakirin nexweşxaneyê û di bin çavdêriyê de ne.

Li Cezayîr û Misir rewşên nû, li Çînê jî 42 bûn qurban

Îro vê sibê, Cezayîr û Misirê jî rewşên nû li ser erdê xwe ragihandin.

Jixwe li Çînê jimara qurbanên corona dimîne ya herî bilind ku îro 42 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Back to top button