Îro, Nîzar Amêdî wekî serokomarê 6’an ê piştî azadkirina Iraqê, bi fermî dest bi erka serokomariya Iraqê kir.
Serokomariya Iraqê têkildarî dewirgirtina erka serokomariyê ya ji Letîf Reşîd û Nizar Amêdî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam ya li Bexda Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka Serokomariya Iraqê kiriye.
Piştî bidawîbûna hilbijartinan, çend daxuyaniyên herêmî û navneteweyî derketin.
Fransa, Amerîka û Îranê Serokomarî li Nîzar amêdî pîroz kir
Fransa û Amerîkayê di cih nameyên pîrozbahiyê ji bo serokomarê nû yê Iraqê şandin.
Her wekî Îranê pîroz kir û got ku ev hilbijartin encama baweriya gel û parlamentoyê ye û girîngî da têkliyên dîrokî yên herdu welatan.
Serokwezîrê Iraqê hilbijartina Nîzar Amêdî pîroz kir
Ji hindirê Iraqê jî, serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî pîroz kir û diyar kir ku hilbijartina Nizar Amêdî temamkirina destûrê ye.
KNK’ê hilbijartina Nîzar Amêdî pîroz kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ev hilbijartina Nîzar Amêdî pîroz kir û got ku ew hêvî dikin ev gav bibe wesîleya avakirina iraqeke demokratîk û daxwaz kir ku hemû pirsgirêkên di navbera Bexda û herêma Kurdistanê bên çareserkirin.
Hevdemî wê behsa Êzidiyan jî kir û destnîşan kir ku bawermendên Êzidî yên êşeke mezin kişandine, divê bi bawerî, çand û nasnameya xwe werin parastin.
KNK’ê ji serokomarê nû re got ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, li herêma Rojhilata Navîn, aştî û aramî pêk nayên.
PDK’ê Serokomarê nû yê Iraqê red kir
Hevdemî van daxwazin Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK’ê serokomarê nû red kir û eşkere kir ku dê bi tu awayî danûstandinê li gel Nîzar Amêdî neke.



