Peskov:Em ê li Sûriyê, şerê li dijî terorê bidomînin

Rûsya bersiv da daxwaza Erdogan a dûrketina Rûsyayê û teqez kir ku, her çendî daxuyanî hebin jî ew ê li Sûriyê şerê li dijî terorê berdewam bikin.

Berdevkê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku, Tirkiyê li gorî hevpeymana Soçî tev negeriya û sozên xwe têkildarî hilandina çeteyan bi cih neanî.

Peskov hişyarî da Tirkiyê ku “ji ber çete êrîşî baregehên Rûsî li Sûriyê dikin, ew ê şerê xwe li dijî terorîstan bidomînin.

“Em nikarin garantiya ewlehiya balafirên Tirkiyê bidin”

Her wiha Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê jî ragihand ku piştî rejîmê qada hewayî ya bakur û rojavayê Sûriyê girt, ew ê nikaribin ewlehiya balafirên TIrkiyê misoger bikin.

“YE” banga civîneke awarte kir

Li aliyê din jî Wezîrê derve yê Yekitîya Ewropayê Josip Borrell ji bo koçber û penaberên Sûrî banga civîneke awarte kir.

Back to top button