Rêxistina Rojava 68 kartonên alîkariyê li koçberên Girê Spî belav kirin

Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava alîkarî li koçberên ku nû li kampa Girê Spî hatine bicihkirin belav kir.

Alîkarî bi hevkariya rêvberiya kampa Girê Spî ya Eyn Îsayê hat belev kirin.

Alîkariya belavkirî 68 karton in ku di nav de zeyt, şekir û madeyên xwarinê yên bingehîn hene.

Li gorî çavdêrên Rêxistina navborî, alîkarî niha tenê ji bo koçberên nû ye û di nava vê hefteyê de wê li tevahî koçberên kampê bê belavkirin.

Tê payîn ku Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava wê her sê mehên Adar, Nîsan û Gulanê, alîkariyê li koçberan belav bike.

Back to top button