Elawî xwe ji erkê serokwezîrtiyê vedikşîne

Piştî ku civîna Parlemana Iraqê ya ji bo dengdana li ser hikumeta nû careke din hat bipaşxistin, Serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Tewfîq Elawî vekişandina xwe ji erkê serokwezîrtiyê ragihand. Serokê Iraqê Berhem Salih jî banga lihevkirinekê ji bo avakirina hikumetê kir.

Tevlîhevî û aloziya siyasî ya Iraqê didome, serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî duh vekişandina xwe ji erkê serokwezîrtiyê, ragihand.

Biryara Elawî piştî wê yekê hat ku civîna parlamanê ya ji bo dengdana li ser hikumetê, cara sêyemîn, ji ber netemambûna jimara qanûnî, hatibû paşxistin.

Elawî destnîşan kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû zext li ser wî hatine kirin û ji bo wê, ew xwe ji erka avakirina hikûmeta nû vedikşîne.

Tevî hewldanan, Elawî nikarîbû bi Kutleyên Kurdistanî û Hevbendiya Hêzan re bigihêje lihevkirinê.

Ji bo wergirtina baweriya Parlemetoyê, tenê fersendek li pêş Elawî mabû û li gor destûra Iraqê eger civîna sêyemîn jî li dar nekeve yan jî bawerî bi kabîneya Elawî neyê dayîn, dê namzedekî din li şûnê were destnîşankirin

Elawî berya niha ragihandibû ku ji bo binxistina avakirina hikumeta nû, pîlan tên kirin û pere ji bo parlementeran tên dayîn.

Berhem Salih banga lihevkirinê li kutleyên parlemanê kir

Piştî vekişandina Elawî, serokê Iraqê Berhem Salih ragihand ku ew ê danûstandinan bike da ku di nava 15 rojan de namzedekî ji bo serokwezîrtiyê hilbijêre.

Salih bi daxuyaniyekê bang li kutleyên parlemenê kir ku ji bo avakirina hikumetê bigihêjin lihevkirinekê.

Ji cotmeha 2019’an ve li Iraqê xwepêşandan tên lidarxistin, xwepêşander banga hikumetekê ji derveyî çîna siyasî dikin û destwerdana ji derve red dikin.

Komeseriya Mafên Mirovan ya Iraqê ragihand ku ji roja destpêkirina xwepêşandana û heta niha derdora 550 xwepêşander hatine kuştin û nêzî 30 hezar jî birîndar bûne.

Back to top button