Tora 11’emîn a civînên Astana wê siba li paytexta Kazaxistanê bê lidarxistin.
Weke hewildana dawiyê jî, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Sttafan De Mistura jî wê di civînê de hazir be.
Serokê beşa Asya û Afrîkayê ya Wezareta Derve ya Kazaxistanê, diyar kir ku wê Staffan De Mistûra jî hazir be.
Ev civîn piştî xetimîna pêvajoya Idlibê û binketina peymana Soçiyê tê.
Çavdêr dibêjin; dema bazarên berê qediyaye û bazarên nû wê têkevin dewrê.