Serokê Desteya Dergehên Sînorî li Iraqê Omer Wailî ragihand ku dergehê Rebîa – Til Koçer dê 20’ê nîsanê ji bo bazirganî û tevgera veguhstinê were vekirin.
Wailî eşkere kir ku ev dergeh dê aboriyê çalak bike, derfetên kar ji bo zarokên herêmê peya bike û hem jî wê piştgiriyê bide ketin û derketina rêwî û kelûpelan.
Her wekî destnîşan kir ku vekirina dergehê di çarçoveya plana hikûmetê ya pêşxistina dergehên sînorî de pêk tê, bi taybet piştî ku dergeha Welîd hat vekirin û petrol ber bi Sûriyê ve hat şandin.



