KCK: Şewat, komployek nû ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku, heta hevdîtn bi Rêber Ocalan re neyê kirin û rewşa wî ya tendirûstî nayê eşkere kirin, divê berxwedana û çalakiya gel li konlana ranewestin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata li Îmraliyê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de şewata li daristana Îmraliyê weke komployeke nû bi nav kir û diyar kir ku ev şewat ne tenê Rêber Ocalan dike armanc, her wiha gelê kurd û dostên wan jî dike armanc.

KCK’ê got:

Şewat, di demsala zivistan û şerê li Idlibê de pêk hatiye ku gumanên me zêde dike.

Ev şewat, gumana komployeke nû zêde dike.

KCK’ê destnşîan kir ku rewş û tenduristiya Rêber Ocalan ji bo gelên azadîxwaz û tevgera me, mijareke hebûn û nebûnê ye.

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de Erdogan û aliyên navnetewî yên peywendîdar weke berpirsên yekem ên rewşa li Îmraliyê bi nav kir û wiha anî ziman:

Di aliyê tendirustî û ewlehiya Rêber Ocalan de, dewleta Tirk û saziyaên navneteweyî berpirsyar in û bi taybet Emerîka û NATO.

KCK’ê bang li saziyên navdewletî kir ku ji bo rewşa Rêber Ocalan, erka xwe pêk bînin û hewl bidin ku parêzerên Rêber Ocalan bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

KCK: Heya agahî ji Rêber APO neyên, divê berxwedan bidome

Hevserokatiya Konseya Rêveber KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de helwesta gelê Kurd û dostên wan a li dijî şewatê silav kir û ev bang kir:

“Heta ku der barê tendirustî û ewlehiya Rêber Ocalan de agahiyên zelal neyên eşkerekirin, wê berxwedan û çalakiyên şermezarkirinê bidomin.”

Back to top button