Îro cara duyem piştî gurbûna şerê li Idlibê, dewriyeya Rûsya û Tirkiyê li Kobanê geriya.
Nûçegihanê me diyar kir ku ev dewriye li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kobanê pêk hat.
Dewriye, ji 8 panzerên Rûsî û Tirkî pêk dihat û di dema gera dewriyeyê de 2 helîkopterên Rusî jî li ser wan difiriyan.
Li gorî nûçegihanê me ragihandiye, dewriyê ji gundê Xerîb dest pê kir û li 7 gundên rojhilatê bajêr geriya û di heman cihî re jî vegeriya.