Li Parêzgeha Derayê dengê teqînên li pey hev hat bihîstin.
Tê texmînkirin ku deng ji ber teqîna depoyên çekan hatiye bihîstin.
Li ser rêya Dera-Şamê, bi taybet li komelgeha Xezalî dengê teqînên li pey hev hat bihîstin.
Li gorî ajansa SANAˊyê ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê hejmarek qurbanî çêbûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî texmîn kir ku deng ji ber teqîna depoyên çekan in.
Sedemên van teqînan ka ji ber hedefgirtinê yan jî tiştekî din e nehatin bibîrxistin.



