Jeffrey tê Enqereyê û Erdogan pêncşemê diçe Rûsyayê

Ji bo rewşa dawî ya Idlibê, şandeyeke Amerîkî bi serkêşiya James Jeffrey gihîşt Tirkiyê.

Şandiya Amerîkî ku ji nûnerê dayîmî li NY Kelly Craft û nûnerê taybet bi Sûriyê James Jeffrey pêk tê, gihêşt Enqereyê.

Şande dê bi rayedarên Tirkî re bicivin û rûdanên dawî li Sûriyê diqewimin nîqaş bikin.

Tê payîn, şande derbarê mijara koçberên li ber sînor jî bi rêxistinên li tirkiyê re bicive.

Her wiha wê serdana bajrê Hatayê ya ku li ser sînora Idlibê ye, bikin.

Di hefteya borî de serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo destekekê qezenc bike, gelek hevdîtin bi aliyên Amerîkî û NATO’yê re pêk anîn.

Beriya niha dîsan nûnerê Amarîka taybet li Sûriyê James Jeffrey serdana Enqreyê kiribû û rewşa dawî li Idlibê gotûbêj kiribûn.

Jeffrey diyar kiribû ku Amerîka dikar bi riya lojistîk û agahiyên îstxbaratî piştevaniya tirkiye ya di şerê li Idlibê de bike.

Back to top button