Bi dîmen.. HRE: Li navçeya Şera 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku duh li Navçeya Şera li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn, di encamê de 3’ê çete hatine kuştin û erbeyeke hat rûxandin.

Daxuyaniya HRE’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

1’ê Adarê hêzên me li nêzî gundê Merenazê yê navçeya Şera li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û erebeyek wan hat rûxandin.

Her wiha artêşa dagirker di demên dawî de gundên navçeyên Şera, Şêrawa û gundên herêma Şehbayê bê navber bi obus û hewanan topbaran dike.

Back to top button