Li bajarê Babê yê gundewarê Helebê, li dijî baregehên dewleta Tirk xwepêşandan hat lidarxistin.
Di xwepêşandanê xwe daxwaz kirin ku erdên wan ên ji hêla dewleta Tirk ve bûne baregehên leşkerî, li wan bên vegerandin.
Xelkê “Cebel Eqîl” ê Babê xwepêşandan pêk anî û xwestin mal û milkên wan ku ji berî 9 salan de bûne baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li wan vegerin.
Di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di dema vakirina baregehan de, leşkerên Tirkiyê 400 mal hilweşandine û jî hişt ku bi sedan malbat derbeder bibin.
Wan ragihand ku bi sedan belgeyên xwe pêşkêş kirine, lê meclisa xwecihî bêdeng dike û gavên pêwîst navêje.



