Fermandariya Giştî ya Asayîşê ragihand Hisên El Hiso yê li Qamişloyê destdirêjî li ala kurdî kiribû, hat girtin.
Duh kesê bi navê Hisên El Hiso li bajarê Qamişloyê gule avêtin ala Kurdî. Li gelek bajarên Rojava gel hat gel hev û nerazîbûnên xwe nîşanî bêrêziya li al û sembolên Kurdî dan. Her wiha xwest ku kesê destdirêjî li alê kiriye were lêpirsînkirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha (Asayîş) daxuyaniyek da û ragihand ku Hisên El Hiso hat girtin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Asayîşê wiha ye:
“Ji bingehê pabendîbûna me bi parastina aştiya navxweyî û parastina sembol û destkeftiyên civaka xwe, em ji raya giştî re radighînin ku hêzên me kesê bi navê Hisên El Hiso yê Qamişloyê êrişî sembolên kurdî kiribû, girt.
Piştî ku cihê Hiwên El Hiso hat diyarkirin û tevgera wî hat şopandin, hemahengî bi dezgehên têkildar ên girêdayî hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hat çêkirin. Li gorî agahiyên îstîxbaratî operasyoneke bi balder pêk hat. Di operasyonê de ku saet 03.00’an de hat pêkanîn, hêzên me bi ser cihê El Hiso de girt û ew girt.
Lêkolînên pêşîn ên li ber destê me destnîşan dikin ku sedema sereke ya li piştî van kiryarên xiraber têkbirina istiqrarê, belavkirina fitine û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê yên bi hev re dijîn de ye.
Em teqez dikin ku kesê hatî girtî dê bi kurahî û berfirehî bikeve ber lêpirsînê da ku doz bi giştî were aşkerakirin û El Hiso sewqî edaletê were kirin da ku li gorî qanûnê cezayê xwe bistîne.
Her wiha em diyar dikin ku Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê dê der barê hurgulyên din ên rêveçûna lêpirsînê de daxuyaniyekê bide.
Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) careke din soza xwe bi gelê xwe re nû dikin ku em ê hesab ji çi kesên destdirêjiyê li ewlehî û silametiya gelê me dikin, bixwazin.”



