YRA’ê dê di 128 saliya Rojnamegeriya Kurdî de şahiyekê li bajarê Qamişloyê li dar bixe û xelatên Kedê yên Şehîd Mazlûm Bagok belav bike.
22`yê Nîsana 1898`an de li paytexta Misirê Qahîreyê rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve hat derxistin. Êdî 22’yê Nîsana 1898’an wek ‘Roja Rojnamevaniya kurdî’ hat îlankirin. Ji wê rojê heta niha çapemeniya Kurd vê rojê pîroz dike. Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) her sal bi vê boneyê xelatên kedê yên Şehîd Mazlûm Bagok li rojnamevanên hêjayî xelatê tên dîtin, belav dikin.
Pîrozbahî dê roja çarşemê (22 Nîsan), saet di 11.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê were lidarxistin. Li gorî bernameya pîrozbahiyê, dê axaftina destpêkê were kirin, axaftin ji aliyê dezgehên ragihandinê ve werin kir. Her wiha dê sînevîzyonek li ser dîroka rojnamegeriya kurdî û têkoşîna şehîd Mazlûm Bagok were pêşandan.
Di dawiyê de dê xebat li ser sê astan (Cîhanî, Kurdistanî, Rojava) li 3 rojnamevanên hêjeyî xelatê hatine dîtin, werin belavkirin.
Rojnamevan Mazlûm Bagok (Ehmed Seedo) sala 1992’an li bajarê Qamişloyê jidayik bû. Ji ciwantiya xwe de dest bi rojnamegeriyê kir. Li hin malperan kar kir û belgefîlm amade kirin. Ji wan belgefîlmên ku amade kirine Serhildana Qamişloyê ya 12’ê 2004’an e. Piştre cihê xwe li Navenda Ragihandinê ya YPG’ê de digire û wekî rojnamevanê şer berxwedana şervanan a li hemberî êrişa belge dike. Mazlûm Bagok 28’ê Îlona 2014’an dema pêngava şervanan a vekirina kerdîroa mirovî di navbera Rojava û Şengalê de dişopîne, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd dibe. Mazlûm Bagok şehîdê yekemîn ê ragihandina azad li Rojavayê Kurdistanê ye.



