Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku topbarana hêzên rejîmê li ser gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê dijwartir bûye.
Hêzên rejîmê bajarokên, Ziyara, Xirbêt Naqûs a Sehil Xab, bajarokên Litamnie, gundên Sexir û Hesraya ya gundewarê bakurê Hemayê da ber topan.
Di encamê de ziyanên maddî çêbûn.
Duh jî çavkaniyên Rûsyayê ragihandibûn ku çeteyên Nusrayê 50 fuzeyên kîmyawî bi dest xistine.