Li Tirbespiyê 2 xebatkarên Kehrebeyê jiyana xwe ji destan

Li navçeya Tirbespiyê dema ku xebatkaran toreyên kehrebeyê sererast dikir, 2 xebatkarên Rêveberiya Kehrebeyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Îro li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo werşeyên sererastkirinê pirsgirêka kehrebeyê ya li ser Rêya Siyahî ya bakurê navçeyê sererast dikir.

Dema sererastkirinê, Xebatkarên bi navê Rênas Qasim û Sehil El-Berho jiyana xwe ji dest da û Mehmûd El-Nasir birîndar bû.

Mehmûd El-Nasir rakirin nexweşxaneyeke li Qamişlo.

Back to top button