Beriya civîna Putin û Erdogan, Rûsya helwesta xwe eşkere dike

Beriya ku civînek navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de pêk bê, Rûsya ragihand ku helwesta wan derbarê aloziya Sûriyê de neguheriye û şerê li dijî terorê wê dewam be.

Rejîma Sûrî jî piştrast kir ku dijminatiya dewleta Tirk li dijî serwerî û rêzdariya xaka Sûriyê ji bo berjewendiyên Erdogan in.

Rejîmê got:

Erdogan ne layiq e ku bibe yek ji garantorên Astanayê.

Ji bo lidarxistina civîneke navbera serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û serokkomarê Tirkiyê Erdogan ya derbar Idlibê de ev bêhtîr hefteyekê ye hewldan tên kirin.

Lê beriya ev hevdîtin pêk bê, Rûsya helwesta xwe eşkere kir.

Kremlin: Helwesta me ji aloziya Sûrî neguheriye

Kremlin bi daxuyaniyekê got:

Helwesta Moskoyê ji aloziya Sûrî nehatiye guhertin.

Kremlin li ser dewamiya şerê li dijî çeteyên li Idlibê teqez kir û diyar kir ku Tirkiyê li gorî hevpeymana Sochî tev negeriya û sozên xwe têkildarî helandina çeteyan bi cih neanî.

Kremlin: Em nikarin ewlehiya balafirên Tirkiyê misoger bikin

Berdevkê Kremlin Dîmitrî Pîskov jî daxuyakirin ku “piştî rejîmê qada hewayî ya bakur û rojavayê Sûriyê girt, ew ê nikaribin ewlehiya balafirên Tirkiyê misoger bikin.

Tê payîn, ji bo rewşa Idlibê, 5 û 6’ê Adarê civînek çar-alî navbera Almanya, Fransa, Tirkiye û Rûsyayê were lidarxisitn.

Her dawî Rûsya ragihandibû ew ne bi niyet e tevlî van civînan bibe, lê li gorî Kremlin, dibe ku Putin û Erdogan li hev bicivin.

Rejîm: Erdogan ne layiq e ku bibe yek ji garantorên Astanayê

Li aliyekî din Rejîma Sûrî piştrast kir ku dijminatiya dewleta Tirk li dijî serwerî û hirmetiya xaka Sûriyê ji bo berjewendiyên Erdoganin û got:

Rejîma Erdogan nelayiq e ku bibe yek ji garantorên Astanayê.

Çavkaniyekî Wezaret Karên Derve ya rejîmê ji ajansa SANA’yê re axivî û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk dîsa lawazbûna rejîma Erdogan bi rêya binpêkirin, nepêkanîna encamnameyên Astanayê û peymanên Sochiyê diyar dikin.

Her wiha israra wê ya mayîna di yek xendekê de bi komên terorîst re eşkere dikin.

Back to top button