Erdogan: Em nema deriyên ber bi Ewropayê ve li ber Penaberan digirin

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan kaxeza koçberan weke gefekê dîsan di rûyê Ewropayê de hilda û Almanya jî banga rêzgirtina hevpeymanan li Tirkiyê kir.

Erdogan di civîna meclisa partiya xwe de axivî û gefên xwe li dijî Ewropa dubare kirin.

Erdogan got:

Me dawî li mijara vekirina deriyên Ewropayê li ber penaberan anî û ev derî êdî wê nema bên girtin.

Erdogan bi gefa şandina milyon penaber ya ji bo Ewropa careke din gef li welatên YE xwar.

Merkel: Çav li rê ye ku Tirkiye rêzê ji hevpeymanan re bigire

Piştî daxuyaniya Erdogan, şêwirmenda Alman Angela Merkel careke din bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji hevpeymanên girêdayî penaberan re bigire.

Her wiha seroka Komîseriya Ewropî Ursula von der Leyen  jî hevxemiya xwe bi dewleta Tirk re nîşan da û teqez kir ku ev gava Erdogan a vekirina deriyan li ber penaberan, ne çareserî ye.

Duh jî Yektîya Ewropa bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser daxwaza Yûnanistanê, heftiya bê wê YE civîneke awarte li dar bixe.

Back to top button