Iraq..Xwepêşandêrek li Xilanî birîndar bû

Xwepêşandanên li Iraqê yên bi daxwaz guhertina hikumetê didomin. Îro careke din xwepêşandêrek bi çeka sekvaniyê birîndar bû.

Di saetên piştî nîvro de careke din li Qada Xilanî ya paytexta Iraq Bexdayê, di navbera, xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de şer derket.

Di encamê de careke din hin xwepêşandêr bi çekên sekvaniyê birîndar bûn.

Piştî vê yekê jî hêzên ewlehiyê pira Sink girtin.

Hêjayî bîrxistinê ye, piştî binkeftina hewldanên Mihemed Tewfîq Elawî yên ji bo avakirina hikûmeta nû, duh bi daxuyaniyekê lêborîna xwe xwest û xwe ji avakirina hikûmetê paşve kişand.

Bi vekişandina Elawî re, serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku ewê danûstandinan bike da ku di nava 15 rojan de namzetekî ji bo serokwezîrtiyê hilbijêre.

Yek ji Rêveberên Tevgera Sedir jî banga pêkhatina şoreşekê li dijî partiyên ku tenê berjewendiyên xwe didin pêş û daxwazên gel paşguh dikin hate kir.

Back to top button