NY: Binpêkirinên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne dûrî sûcên şer in

Netewên Yekbûyî diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne dûrî sûcên şer in.

Lêpirsînerên Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî li NY bi raporekê bal kişandin ser binpêkirirên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Di raporê de hat diyarkirin ku binpêkirinê dewleta Tirk û çeteyên wê ne dûrî sûcên şer in.

Di nava van sûcên ku kirine de, kuştina siyasetmedara Kurd Hefrîn Xelef.

Di raporê de hat tekezkirin ku bi desteka dewleta Tirk, çeteyên bi navê ”Ceyşa Wetenî ya Sûrî” binpêkirinên ji dizî, kuştin û talankirinê pêk anîne û dewleta Tirk ji ber piştgiriya xwe berpirsyara vê yekê ye.

9’ê Cotmeha borî dewleta Tirk û çeteyên bi awayekî hovane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Di encamê de bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û heta niha jî sûcên şer ên li ser destê dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên navborî dewam in.

Di cotmeha borî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bakur û rojhilatî Sûriyê dagirker û bi 100 hezaran ji cih û warên wan koçber kir.

Back to top button