ASAYIŞA SILÊMANIYÊ JI BO TOMARKIRINÊ TENÊ ROJEK DEM DAYE TEVGERA AZADÎ

Tevgera Azadî ya Kurdistanê yek ji Partiyên Başûrê Kurdistanê ye ku çend caran ji bo fermiyetgirtinê serî li Wezareta Hundirîn a Başûrê Kurdistanê dide, lê bê bersiv dimîne.

Asayişa Silêmanî ji serê sibehê ve navenda Tevgera Azadî dorpêçkiribû.

Piştî nerazîbûnan, asayîş vekişiya û ji bo pêkanîna karên fermiyetê heta sibe wext da.

Li gorî agahiyan asayîşê heya sibe wext daye Tevgera Azadî ji bo karûbarên xwe yên fermî li Wezareta Hundirîn temam bike.

Eger Wezareta Hundirîn heya sibe bersiva Tevgerê nede wê asayîş sibe careke din bi ser navendê de bigire û biryara girtina Navenda Tevgerê pêk bîne.

Duh jî cîgirê Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qûbad Talabanî eşkere kir ku her partî û rêxistinên siyasî yên ku ji Wezareta Hundirîn destûr wernegirtibin, wê ofîsên wan bên girtin.

Tevgera Azadî li Iraqê partiyeke fermiye û tevî ku ji sala 2014’an ve jî ji bo fermiyeta li başûrê Kurdistanê bigire, serî Wezareta Hundirîn daye lê heta niha bersiva wê ne hatiye dayîn.

Leave a Reply

Back to top button