“Kaxeza Penaberan” Erdogan, miqdara bertêlên Ewropayê hindik dît

Erdoganê ku xewnên xwe li ber çavan têk diçin, berê xwe dide welatên Ewropayê û kaxeza penaberan ji wan re li ba dike.

Tevî bi hezaran penaber bi ser wan de berdane jî, hîna gefan li Ewropayê dixwe û dibêje ew ê van hezaran veguherîne milyonan.

Lê YE dibîne ku Erdogan nikare wan aciz bike.

Erdogan, tevî peymanên îmzekirî binpê kiriye û penaber bi ser Ewropayê de şandine jî, hîna gefan li wan dixwe..

Erdogan ragihand ku mijara vekirina sînor li hemberî penaberan bi dawî bûye û êdî derî nema tên girtin û dê bi milyonan kes hîna biherikin.

Erdogan, duh di konferanseke çapemeniyê de got:

Ewropa milyar dolar weke bertêl dane me… hûn kê dixapînin.. em van pereyan naxwazin.

Tirkiye 40 milyar dolar li ser van penaberan xerc kirine.

Li gorî ragihandina Tirkiyê, Erdogan bi rêya telefonê ji Encle Merkel xwestiye ku divê Ewropa bi awayekî adil barê van penberan bi wan re rakin.

YE jî ev gef vala dît û got, ti kes nikare wan bi kirinên xwe aciz bike..

Ji Înê ve, bi hezaran kes li ber deriyên Yûnanistanê ne, wê jî ji aliyê xwe ve sînorên xwe asê kirin û ev gava Tirkiyê bi “êrîşa birêxistinkirî” bi nav kir.

Li wir jî, pevçûn navbera penaber û polîsa Yûnanî derket, di encamê de hinek kes mirin û birîndar bûn.

Der barê vê de serokkomarê Tirkiyê gotibû, Yûnanistan 2 penaber kuştine û gelek kes birîndar kirine.

Hikumeta Yûnanî Erdogan derewand û diyar kir ku “tevî ev penaber bi awayekî ne rewa derbasî xaka wan bûne jî, lê polîsên wan yek fîşek bernedane ti kesê.

Ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê, her û her Erdogan kaxeza penaberan ji Ewropayê re li ba dikir.. lê vê carê gefên xwe bi cih anî, nemaze piştî
jidestdayîna jimareke mezin a leşkerên xwe li ser destê rejîma Sûrî li Idlibê.

Rojnameya Le Monde ya Fransî ev gava Tirkiyê bi “dijminatiya li dijî mirovahiyê” bi nav kir û got:

“Ji ber çavnebariya wî, Erdogan penaber keysbaz kirin û wan li ser sînoran dan bi kuştin”.

20ê Adara 2016an, ji bo penaberên li Yûnanistanê vegerînin Tirkiyê, YE peymanek bi Erdogan re îmze kir û weke bertêl, 6 milyar dolar ji wan standin.

Tevî vê peymanê jî, dewleta Tirk her gef li Ewropayê dixwar.

 

Back to top button