Li Parîsê çalakiyek şermezarkirinê hat lidarxistin

Ne tenê li Kurdistanê, li derveyî welat jî çalakiyên şermezerkirina li dijî şewata daristana li Îmraliyê li dar in. Ciwanên kurd li paytexta Fransa Parîsê bi riya çalakiyekê hêrsa xwe li dijî siyaseta dewelta tirk nîşan dan.

Doh aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad meşek lidar xistin.

Di meşê de durşmên “Em ê cîhaneke bêyî Ocalan bi serê we ve bînin xwarê”, “Bijî Rêber Apo” û “Azadî ji Ocalan re” hatin berzkirin.

Piştre meş veguherî mîtîngê, di mîtîngê de ciwanan teqez kir ku heta rewşa tendurstî ya Rêber Ocalan neyê zanîn wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Back to top button