Bi kêmbûna nirxê lîreya Tirkî re, krîza aborî mezin dibe

Li gorî daneyên Saziya Serjimarî ya Tirkiyê di meha Sibatê de nirxê lîreya Tirkî bi rêjeya 0.35 ji sedî û ya salane jî 12.37 ji sedî kêm bû.

Têkçûna aboriya Tirkiyê êdî ji aliyê saziyên desthilatdariya AKP’ê ve jî nema dikare were veşartin.

Li gorî sala derbasbûyî berhemên ku buhayê wan zêde bûne ev in:

Vexwarinên bi alkol û tûtin bi rêjeya 40.15 ji sedî, mal û xizmetên cuda bi rêjeya 16.44 ji sedî û avahî 15.31 ji sedî zêde bûn.

Sazî û lêkolînên serbixwe jî nîşan didin ku desthilatdarî dest li daneyên Saziya Serjimarî ya Tirkiyê werdide. Ev yek jî dide xuyakirin ku daneyên rastî ji vê girantir in.

Piştî kuştina jimarek ji leşkerên Tirkiyê li Idlibê Nirxê lîreya Tirkiyê li gorî demên borî zêdetir daket.

Back to top button