Li Qamişlo hewidanên pêşxistinên xebatên komîn û meclisan

Ji bo meşandina xebatan bi awayekî baştir, Meclisa Kantona Qamişlo dest bi lidarxistina rêzecivînan bi şêniyan re kir.

Meclisa Kantona Qamişlo di civîna xwe ya bi Meclis û Komînên Kantonê re biryar da ku meclisên bajaran û navçeyan di meclisekê de kom bikin.

Li Kantona Qamişlo hezar û 225 komîn hene, karê komînan bi rêya 37 meclisan têne birêxistinkirin.

Di her meclisekê de 10 komîte hene, komîteya lihevanîn, tenduristî, ciwan, jin, dadwarî, çand, karûbarên civakî, malbatên şehîdan û parastinê.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq diyar kir “Meclisa kantonê hewl dide rola komînan bi rêya peydakirina pêdiviyên wê çalak bike.

Back to top button