Cemal Şêx Baqî: Ev ne şewatek xwezayî ye, em bifikar in

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku şewata li girava Imraliyê ne xwezayî ye lewma firkarên xwe anî ziman.

Şêx Baqî destnîşan kir ku şewat nameyeke gefê ji Enqereyê ji bo tevgera kurdî ye û got:

“Divê gelê Kurd, tevgerên siyasî yên kurdî ji siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk hişyar bin.”

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî der barê şewat li girava Imraliyê ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Şêx Baqî ji ber derketina şewatê di zivistanê de fikarên xwe anî ziman û got:

Ev şewat ne xwezayî ye, cihê gelek fikaran in û bêhna komployeke nû li dijî yek ji navdartirîn sembolên tevgera rizgariyê rêber Ocalan tê.

Ne ecêb e ku pergalên faşîst ên mîna rejîma AKP’ê li dijî vê sembolê komployeke din amade bike.

Cemal Şêx Baqî: Divê gelê Kurd ji siyasetên qirêj hişiyar be

Şêx Baqî diyar kir ku ev şewat peyamek ji tevgera Kurdî li Bakur Kurdistanê re ye, tê de wan hişiyar dike ku li rex muxalifên Edrogan neskinin.

Şêx Baqî da xuyakririn ku ev peyam ji bo Rojava jî, ku naxwaze hevsengî û diyalog di navbera Kurd û rêjîma Sûrî de pêk werin.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê anî ziman ku divê gelê Kurd, tevgerên siyasî yên Kurdî ji siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk hişyar bin, lewma divê gelê Kurd û tevgera siyasî çalakiyên xwe yên girseyî zêde bikin.

Back to top button